Salim Muslit: Divê em û hikûmet rasterast bicivin

Berdevkê şanda Dijbereya Sûriyê li Cinêvê daxwaz kir, ku vê carê her du şandên dijbere û hikûmeta Sûriyê li Cinêvê bi hev re bicivin û bi awayekî rasterast danûstandinê bi hev re bikin.
22.02.2017, Çar - 21:07
Salim Muslit: Divê em û hikûmet rasterast bicivin
Nuçe Belav bike

Berdevkê şanda Dijbereya Sûriyê li Cinêvê daxwaz kir, ku vê carê her du şandên dijbere û hikûmeta Sûriyê li Cinêvê bi hev re bicivin û bi awayekî rasterast danûstandinê bi hev re bikin.

Îro çarşemî 22ê Sibatê, Berdevkê şanda Dijbereya Sûriyê di hevdîtinên Cinêvê de, Salim Muslit konfernaseke çapemenyê li dar xist û li ser birêveçûna danûstandinên navbera her du aliyên Dijbere û hikûmeta Sûriyê de axivî.

Salim Muslit daxwaz kir, ku danûsandinên vê carê li Cinênvê cudatir bin ji danûstandinên berê û got, ji bo ku rewş çareser bibe, divê her du şand bi serperiştiya Netewyên Yekgirtî bi hev re bicvin û rijandna xwîna xelkê Sûriyê bi dawî bînin.

Salim Muslit ji bo gera 4em a hevdîtinên Cinêvê daxwaza danûstandinên rasterast di navbera şandên her du aliyên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê kir.

Muslit got: “Em dixwazin em û şanda hikûmetê rasterast bi hev re bicivin”.

Muslit da xuyakirin, ku niha Sûriye ji aliyê Îranê ve hatiye dagîrkirin, û got ti cudahî di navbera Îranê û rejêma Sûriyê û DAIŞê de tine ye.

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê li Cinêvê di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxwaz kir, ku tawana ku li hember gelê Sûriyê tê kirin bi dawî bibe, ji ber ku bi gotina wî heta niha hejmareke gelekî mezin ji xelkê Sûriyê hatine kuştin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:58:50