Şandeke Danîmarkî Serdana Qamişlo Kir

Roja Sêşem 17ê vê mehê şandeke Wezareta Derve ya Danîmarka serdana Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweserli bjarê Qamişlo kir.
19.05.2022, Per - 12:02
 Şandeke Danîmarkî Serdana Qamişlo Kir
Nuçe Belav bike

Roja pênçşemê desteya karê Derve ya Rêvebirîya Xweserbi rêya daxuyanîkê ser malpara xwe ya fermî got ku roja Sêşem 17ê vê mehê şandeke Wezareta Derve ya Danîmarka serdana Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweserli bjarê Qamişlo kir.

Şanda Wezareta Derve ya Danîmarka bi serokatiya nûnerê taybet ê Danîmarka bo karûbarên Sûriyê Nicholas Harris serdana Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweserli bjarê Qamişlo kir .

Şanda Danîmarkî Ji aliyê hevserokê desteya têkeliyên derve Dr.Ebdulkerîm Omer, û cîgira hevserokatiyê Ebîr Eliya, û berpirsa nivîsgeha serokatiya desteyê Nafîa Mihemed hin endamên rêvebriyê ve hatin pêşwazî kiri.

Li gorî daxuyanîya deseya karê derve ya Rêvebirîya Xweserku civîneke taybet de di navbera her du aliyan de, çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û bitaybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pirsgirêkên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweserhatin gengeşe kirin.

Hevserokê desteya têkeliyên derve Dr.Ebdulkerîm Omer ji şanda Danîmarkî re diyar kir ku biryara Turkiyê ya di derbarê cîbicîkirna Yak milyon benbarên Sûrî li herêmên bakurê Sûrîyê dê gelek nakokiyan bi xwe re bîne.

Omer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweserbi vegerandina xwebexş a penaberan re ye, eger şert û mercên guncaw ji bo vegera wan bo warên bên afirandin.

Li aliyekî din serokê şanda Danîmarka yê Nicholas Harris tekez kir ku qurbaniyên Kurd û gelên vê deverê ji aliyê Danîmarka yê ve cihê rêzê ne, û diyar kir ku wan biştgirya Rêveberiya Xweser di gelek mijarên girîng ên weke şerê li dijî DAIŞ'ê kirine.

Li gorî jêderkê ji desteya têkilyên derve ya rêvebriya Xweser" her du aliyan mijara çekdarên DAIŞê nirxandin û li ser pêwîstiya dadgehkirina wan rawestiyan''.

Li aliyekî din şopîner girînigiyê didin serdanên şandeyên biyanî yên vê dawiyê ji bo herêmên Rêvebriya Xweserpiştî rakirina sizyên Sîzer li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Li gorî şopîner Dilbirîn Xelo diyar dike helwsta Danîmarkayê di derbarê Rêvebriya Xweserde erênîye û ew dikare rolekê di warê danasîna navdewletî bi Rêveberiya Xweserde bilîze.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2021an de Rêvebriya Xweser17 zarok û jinên ji malbatên DAIŞê yên bi xwedî nasnameya Danîmarkî radestî wî welatî kirin.

Hêjaye bibîrxistinêye ku Danîmarka yek ji damezrênerên Kowalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û hêzên wê yên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê hene.

Peywendiyên Danîmarka jî bi Rêveberiya Xweserre baş in û di salên borî de hikûmeta Danîmarkayê pêşwaziya çend şandên Rêvebriya Xweserkiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:43