Şandeke ENKSê dê biçe serdana Rûsyayê

Hat diyarkirin ku şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryeyê (ENKS), bi serokatiya serokê wê Siûd Mela û Serokê Komîteya Peywendiyên Derve Kamîran Haco û çend nûnerên din îro biçin serdana Rûsyayê.
27.05.2018, Paz - 13:37
Şandeke ENKSê dê biçe serdana Rûsyayê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyeke K24ê tê payîn ku şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryeyê (ENKS), bi serokatiya serokê wê Siûd Mela û Serokê Komîteya Peywendiyên Derve Kamîran Haco û herwisa bi beşdarbûna endamê wê komîteyê Ibrahîm Biro û çend nûnerên din ên ENKSê li ser vexwendina fermî ya Rûsyayê îro biçe Moskowê.

Hat diyarkirin ku şanda ENKSê pêşiyê dê ligel berpirsên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bicive û biryar e ku roşa sêşemê ya 29ê Gulanê jî bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov re kom bibe.

Hat ragihandin ku di civînê de dê behsa pêkanîna Komîteya Danînê ya Destûra nû ya Sûriyeyê û herwisa di serî de rewşa Efrînê, dê behsa rewşa tevahiya Rojava were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha Îlona 2017a de jî şandeke ENKSê serdana Moskowê kiribû û ligel rayedarên Rûsyayê civîn li dar xistibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:52