Şandeyeke Rojava serdana Misirê kir

Şandeyeke Bakurê Sûriyeyê serdana Misirê kir û bi çend rayedarên misirî re civiya ku di wan civînan de rewşa Sûriyeyê, rola Misirê li herêmê û giringiya çalakkirina Kongreya Qahîreyê hatin gotûêjkirin. Herwiha herdu aliyan teqez kir ku divê diyalog û civin berdewam bikin.
24.05.2018, Per - 15:40
Şandeyeke Rojava serdana Misirê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa ANHAyê, çavkaniyeke haydar diyar kiriye ku şandeya bakurê Sûriyeyê(Rojava) ji Hevserokê Desteya Birêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl, Cîgirê Meclisa Cîbicîkar a Herêma Cezîra Rojava Hesen Ezam, Endamê Heyeta Cîbicîkar a Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Birêvebera Komeleya Çandeya Suryanî Elizabet Korye pêk hatiye.

Hat ragihandin ku "herdu aliyan rewşa Sûriyeyê û rola Misirê ya mezin û çalak li herêmê gotûbêj kirine".

Li gorî nûçeyê, "rola Misirê di şermezarkirina dagirkera Tirkiyeyê li kantona Efrînê bi buhayî hatiye nirxandin" û gotûbêj ji bo lidarxistina Kongreya Qahîreyê ya sêyem jî hatine kirin da ku aliyên pêwendîdar diyalog û hevahengiyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:02