Şehîd Zêrevan Ekrem yekem şehîdê Pêşmerge li şerê Kobanê

Yekem şehîdê Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, Şehîd Zêrevan Ekrem Mizûrî bû, ew ji xelkê devera Barzan e û niha malbata wî li navçeya Soran niştecî ye.
28.10.2022, Cum - 11:09
Şehîd Zêrevan Ekrem yekem şehîdê Pêşmerge li şerê Kobanê
Nuçe Belav bike

Yekem şehîdê Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, Şehîd Zêrevan Ekrem Mizûrî bû, ew ji xelkê devera Barzan e û niha malbata wî li navçeya Soran niştecî ye, Kurdistan24 di salvegera çûna Pêşmerge bo Kobanê, serdana mala Şehîd Zêrevan kir.

Şehîd Zêrevan Ekrem yek ji wan pêşmergeyan bû ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo berevaniya Kobanê, çûbû Rojavayê Kurdistanê, her li wê derê ji bo ax û netewa xwe giyanê xwe feda kir.

Kew Ebdullah ku dayîka Şehîd Zêrevan e, behsa agahî û pêwendiyên wê yên wê demê yên ligel kurê xwe dike ku li Kobanê bû û dibêje: “Zêrevan got, me wêneyên nû ji Kobanê şandine û dê li ser medyayê belav bibin, hûn belav nekin. Me Girê Miştenûr rizgar kir. Em li pêş televîzyonê rûniştibûn, di demjimêr 7ê êvarê de wêneya Zêrevan hat nîşandan û birayê min hate jorê, keça min ji birayê min re got 'Binêre wêneya Zêran nîşan didin', wî jî got 'Zêrevan şehîd bûye'.”

Nêçîrvan Ekrem ku birayê Şehîd Zêrevan e,: “Rast e, jidestdana bira xemgîniyeke mezin e ji bo me û birînek e û nacebire, tevî vê em bi wî gelek serbilind in, her wek Cenabê Serok kerem kiriye, şehîdbûna Zêrevan serbilindiyeke mezin e ji bo netewa Kurd û him jî ji bo malbata wî, em serbilind in ku Şehîd Zêrevan li parçeyeke din a Kurdistanê li ser parastina nete û niştiman şehîd bû.”

Şehîd Zêrevan Ekrem Mizûrî, li ser fermana Serok Barzanî û rizamendiya Parlamentoya Kurdistanê, ligel 149 pêşmergeyên din, di qonaxa sêyem a çûna Pêşmerge bi berevaniya Kobanê de hatibû rêkirin.

Şehîd Zêrevan jidayîkbûyê sala 1991ê bû û li Zanîngeha Soran xwendekarê qonaxa duyem a Beşa Zimanê Kurdî bû, ji bo berevaniya niştiman navber dabû xwendina xwe bi hêviya ku piştî nehiştina metirsiyên DAIŞê, xwendina zanîngehê temam bike, lê belê di 20ê Çileya 2015an de li Kobanê şehîd bû.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:14