Sekreterê giştî yê NY li ser Efrînê daxuyaniyek da

Sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî Antonio Guterres xemgînî û metirsiya xwe li ser rewşa Efrînê nîşanda û got ew dê bang li encûmena asayîşa NY bike.
17.03.2018, Cts - 08:50
Sekreterê giştî yê NY li ser Efrînê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Guterres li ser rûpela xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir tê de metirsî û xemgîniya xwe ji kuştina sivîlan li Efrînê nîşanda û got ku, kiryarên ku li Efrînê dibin min pir xemgîn dike. Ji bo rawestandina şer û pevçûnan ez ê bang li encûman asayîşa NYyê bikim da ku gavên berbiçav bavêje.

Guterres, fikarên xwe yên ji bo rewşa koçber û mirovên li Efrîn û Xûtaya Rojhilat dubare kir û got ku, dive hemû alî kesên sivîl biparêzin. Ez bang li NY û hevkarên wê dikim ku bi her awayî alîkarîyê bikin û gavên erênî û berbiçav bavêjin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1533 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:21