Şer di navera HSD û komên çekdar berdewam e

Komên çekdar dest bi êrîşan kirin li gundewarê ên Eyîn Îsa.
15.12.2019, Paz - 07:40
Şer di navera HSD û komên çekdar berdewam e
Nuçe Belav bike

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mîrov belavkirîye, piştî 5 rojan ji bêdengîyê li Enya Eyîn Îsa, careke dî çekdarên dijberîya Sûriyê, yên ku Tirkiyê piştevanîya wan dike, êrîşî gundê Seyda kirin li gundewarê Eyîn Îsa û şereke giran li wê deverê di navbera wan û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de derketye.

Riwangehê belav jî kirîye, ku Hêzên Sûriya Demokrat hewil dan derbazî gundê Dixilbaş yê rojavayê bajarê Babê bibin lê hewla wan wan rastî şikestê hat, û şer li wê navçeyê di navbera wan û çekdarên dijberîya Sûriyê de bi çekên giran destipêkir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 860 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:36