Şer li derdora Eyn Îsa girantir dibe; HSDê gundek kontrol kir

Şer û pevçûnên dijwar li gundewarê bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê berdewam e û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şerekî giran, gundê Seyda li bakurê Eyn Îsayê ji destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve derxistin.
25.11.2019, Pts - 06:23
Şer li derdora Eyn Îsa girantir dibe; HSDê gundek kontrol kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve îro jî li ser êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet bajarokê Eyn Îsa û rêya navdewletiya M-4 berdewam bûn

Fermandariya Giştî ya HSDê da xuyakirin, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve îro bi tank û balafiran û topxaneyê ji 3 aliyan ve êrîşî Eyn Îsayê kirin û şervanên HSDê jî bi tundî bersiva wan dan.

HSD diyar kir, tevî ku Eyn Îsa li derveyî rêkevtinan û agirbestê ye, lê belê Tirkiye û komên çekdar êrîşên xwe didomînin.

Li gor daxuyaniya HSDê, hêzên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe bo ser rêya navdewletiya M-4 jî berdewam dike .

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihand, şervanên HSDê îro yekşemê piştî şerekî giran gundê “Seyda” li bakurê Eyn Îsa ji kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê, ku Tirkiye piştgiriya wan dike, derxistin û niha ew gund did estê hêzên HSDê de ye.

Li gor heman çavkaniyê, di nava wan grûpan de çekdarên ser bi Eniya el Nusre û DAIŞê ve jî hene.

Gundê Seyda dikeve rojavayê Kampa Eyn Îsayê ku berî du rojan di êrîşekê de ketibû destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve lê belê piştre di êrîşeke mezin de, şervanên HSDê ew kamp ji kontrola çekdaran derxistibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 789 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:27