Şerê HSDê û Erebên Dêrazorê berdewam e û bi dehan kes hatine kuştin

Ev heftiyeke ku rewşa ewlehiyê li sinorê Dêrazorê, ji ber şerê çekdarên eşîretên Ereban ên wê deverê, bi piştevaniya rijêma Sûriyeyê bi Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) re berdewam e û Hevpeymaniya Navdewletî jî bingehên xwe bihêz dike.
13.08.2024, Sal - 15:58
Şerê HSDê û Erebên Dêrazorê berdewam e û bi dehan kes hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro parve kiriye, “Li gel berdewamiya şer û aloziyên Dêrazorê, şêwirmendên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî li her du aliyên rûbarê Firatî mijûlî meşq û rahênanan in, ji ber tirsa berfirehbûna şerî, hêzeke zêdetir bi kelûpelên lojistî veguhastiye bingeha Konîkoyê ya bakurê rojhilata Sûriyeyê ku dikeve sinroê parêzgeha Dêrazorê.”

Li dû amarên Rewangehê, heta niha ji ber şerî 40 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûne. Di nav qurbaniyan de jî, hejmareke xelkê sivîl heye ku bûne qurbaniyên guleyan.

Civata Sûriyeya Demokrat li ser şer û aloziyan ragehandinek parve kiriye û red dike ku, ji bo yekalîkirina duberekiyên Amerîka û Îranê li ser axa Sûriyeyê biçin nav serekî.

Herwesa ragehandiye, “Rijêma Sûriyeyê keftiye bin bandora pilana herêmî, lewma jî zimanê gefan ji desthilatdarên Dîmeşqê qebûl nakin.”

Haydarî jî daye ku, “Êrîşên Hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên eşîretên Erebên Dêrazorê dê bandoreke nerênî li ser rewşa deverê hebe, xasma dibe sedema zêdetirbûna êrîşên Tirkiyeyê û çalakbûna çekdarên DAIŞê. Vê yekê bandor kiriye ser rewşa ewlehiya Qamişloyê û di çargoşeya ewlehiyê de alozî keftiye navbera hêzên rijêma Sûriyeyê û HSDê, lê Rûsya bizavê ji bo navbeynkarî û tenakirina rewşê dike.”

Şanda Rûsyayê li Qamişlo û Hesekeyê bi berpirsên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê re civiya, lê danûstandin bê encam bidawî hatin, lewma jî ji bo ku rewş zêdetir ji destan dernekeve, Rûsyayê di çargoşeya ewlehiyê ya Qamişloyê de bingeheke serbazî di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de danaye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:14