Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyeyê hat girtin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) girtina serkirdeyekî DAIŞê ragihand û got, kesê girtî alîkariya çekdarên DAIŞê yên ku ji zindana Reqayê reviyane, kiriye.
03.09.2024, Sal - 10:33
Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyeyê hat girtin
Nuçe Belav bike

CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi hevahengiya ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), roja Yekşemê di operasyoneke hevbeş de, Xalid Ehmed El-Dendel girt.

Diyar kir jî, Dendel bi pêşkêşkirina “piştgiriyê ji çekdarên DAIŞê yên girtî” re tê tawanbarkirin, piştî ku ew ji navendeke binçavkirinê li Reqayê reviyabû.

CENTCOMê di daxuyaniyekê de diyar kiribû, roja 29ê Tebaxê, 5 çekdarên biyanî yên DAIŞê yên girtî (du Rûsî, 2 Efxanî û yekî Lîbyayî) ji navenda binçavkirinê ya li Reqayê reviyabûn. HSDê karîbû 2 ji wan girtiyên reviyayî bigire, lê heta niha 3 terorîstên reviyayî nehatine girtin.

Li gorî amaran, zêdetirî 9 hezar çekdarên DAIŞê di 20 girtîgehên HSDê li ne, şaneyên razayî yên DAIŞê jî hewla şikandina zindanan û berdana çekdarên xwe dikin, ku beşek ji wan biyanî ne.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Corella di vê derbarê de got, eger hejmareke mezin a çekdarên DAIŞê ji zindanan birevin, ew ê bibe metirsiyeke cidî li ser herêmê û welatan.

Corella jî got: “Em ê li gel civaka navdewletî bi berdewamî kar bikin, ji bo vegerandina çekdarên DAIŞê bo welatên wan.”

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:32