Serok Barzanî: Em naxwazin ewên ku ji pişt ve xencer li me dan vegerin

Şandeke parlamentoya Iraqê li gel Serok Barzanî kom bû û endamekî şandê dibêje, wan daxwaz ji Serok Barzanî kirine karasaniyê bo vegera wan hemwelatiyan bike ku navçeyên wan niha di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û berî niha koçber bûbûn.
23.01.2020, Per - 11:29
Serok Barzanî: Em naxwazin ewên ku ji pişt ve xencer li me dan vegerin
Nuçe Belav bike

Şêrwan Duberdanî, Endamê Parlamentoya Iraqê ku di wê şandê de cihê xwe digirt, ji Rûdawê re ragihand, hinek ji parlamenterên Neynowa gilî derbarê venegerandina rûniştvanên çend navçeyên sînorî yên Neynowayê tomar kirine. Ji ber wê yekê Serokê Parlamentoya Iraqê biryar da ku komîteyek bi serokatiya Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlamentoyê û endamtiya çend parlamenterên sînorî, bê pêkanîm û herwiha got piştî du kombûnên navxwe yên komîteyê wan daxwaza kombûnê li Serok Mesûd Barzanî kir û wî jî qebûl kir.

Duberdanî derbarê kombûna wê komîteya îro li gel Serok Mesûd Barzanî amaje bi wê kir, “Îro her yek ji Beşîr Hedad, Ehmed Cerba, Letîf Elwurşan, Eswan Elkaldan di kombûnê de amade bûn û Ehmed Cerba yadaşteke 8 xalî derbarê vegerandina wî xelkê de daye Serok Barzanî.”

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî derbarê kombûnê de, rewşa bajarê Mûsilê, navçeyên din ên parêzgeha Neynowayê û jiyana koçberan û karkirina bo xelkê li navçeyên azadkirî, gotûbêj li ser hatine kirin.

Di beşeke din a wê civînê de şanda mêvan Serok Barzanî ji kêşe û girîft û daxwazên pêkhateyan agahdar kir û ragihand, rûniştvanên parêzgeha Neynowa çavê wan li wê ye Serok Barzanî hewla çareserkirina pirsgirêkan bo bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:35:15