Serok Barzanî: Şêweya bijartina serokkomariya Iraqê nayê qebûlkirin

Serok Mesûd Barzanî derbarê şêweyê hilbijartina Serokkomarê Iraqê de ragihand ku ew şêweyê dengdanê nayê qebûlkirin.
02.10.2018, Sal - 17:11
Serok Barzanî: Şêweya bijartina serokkomariya Iraqê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî derbarê dengdana hilbijartina Serokkomarê Iraqê de ku ew prose hêj berdewam e, daxuyaniyek da.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Birêveçûna niha ya hilbijartina Serokkomariya Iraqê berevajiya wê nerîtê ye ku carên berê ji bo hilbijartina serokkomar hatiye taqîbkirin.

Yan diviya kandîdekî Kurd li nav mezintirîn kutleyê de bihata berbijêrkirin yan jî fraksiyonên Kurdistanî ew kursî yekalî bikirana.”

Serok Barzanî dibêje şêweya niha, bi tu awayekî nayê qebulkirin û nêzîk dê helwêstê me hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:16