Serok'ê Kanton'ê: Em Esed re şer nakin

Serokê Rêvebira kantona Cezîrê Abdulkerîm Sarûxan got; li Rejîma Esed ra têkiliyên me nînin lê belê em li hemberî Rejîma Esed nakevin nav şer.
15.07.2017, Cts - 11:30
Serok'ê Kanton'ê: Em Esed re şer nakin
Nuçe Belav bike

Abdulkerîm Sarûxan hevpeyvîna xwe y ku daye çapemeniya Îran\'ê de dibêje; armancekî me ya ji Suriyê cudabûn tuneye û li Suriyê da jibo aşitiyek mayînde pêkhateya Federalî pêştir tu rê nîne.berdewama axaftina xwe de Sarûxan dibêje; jiber ku Rejîma Esed federaliya me nasnake têkiliyên me û Esed tune. Ligel vê yekê jî em Rejîmê re nakevin dinava şer.

Domandina axaftinê de Saruxan; armanca projeya me ew e ku Bakurê Suriyê de şêwaza Neteweya Demokratîk were avakirin.

Jibo pirsa mijara Reqqa\'yê jî got; dorpêçkirina Reqqa û dawiya paqijkirina bajêr ji çetan, pêşeroja Reqqa wê gel biryara xwe bide. heger gel nexwaze tevlê pergala me bibe em bizorê wan naxin nav pergalê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:31