Serok Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan destkarîkirina destûrê ku li dijî federaliyê be red dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê her destkarîkirineke di destûra Iraqê de ku li dijî demokrasî, federalî û berjewendiyên gelê Kurdistanê be, red dike û tekez kir, pirgsirêka sereke li Iraqê jibîrkirina destûrê û cîbicînekirina bendê wê ye, eger na destûra Iraqê pêşkevtî ye.
31.10.2019, Per - 09:48
Serok Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan destkarîkirina destûrê ku li dijî federaliyê be red dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî di Kongreya Şeşam a Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê de kir û di gotarekê de amaje bi rewşa niha ya li Iraqê û hewlên ji bo guherandin û destkarîkirina destûra welat kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, destûra Iraqê yek ji destûrên herî pêşkevtî li navçeyê ye, lê belê pirsgirêk li Iraqê ev e ku bendên destûrê nayên cîbicîkirin.

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, pirsgirêka sereke li Iraqê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye û tekez kir, “cîbicînekirina bendên destûrê rewşek çêkiriye ku behsa destkarîkirina destûrê bê kirin, di demekê de kêşeya sereke destûr nîne, lê belê jibîrkirina destûrê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, “em her destkarîkirineke destûra Iraqê ku zirarê bigihîne demokrasî û federaliyê û berjewendiya gelê Kurdistanê û Iraqê red dikin û ev yek bi ti awayî daxwaza xwepêşanderan nîne.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, di egera her destkarîkirinekê de divê destûra Iraqê rengvedane dirist û realîteya hemû cudahî û taybetmendiyên pêkhateyên wê be û mafên rewa yên hemûyan têde parastî bin. Nêçîrvan Barzanî got, “em rêgirî li ti destkarîkirinekê nakin ku ji bo baştirkirina jiyan û rêvebirinê de be li Iraqê.”

Rayedarên Herêma Kurdistanê ji wê yekê nîgeran in, ku piştî xwepêşandanên wê dawiyê yên li Iraqê, mijara guhertin û destkarîkirina di destûra Iraqê de bûye rojev û hin alî hewl didin, destkariyê di destûra welat de bikin, ku ji sala 2005an ve sîstema siyasî ya Iraqê li ser hatiye avakirin.

Parlamentoya Iraqê jî pêr Duşemê di civînekê de mijara xwepêşandanên li welat û daxwaziyên wan gotûbêj kir û di vê derbarê de hin biryar dan, ku pêkanîna komîteyeke taybet di heyama 4 mehan de ji bo destkarîkirina di destûrê de yek ji wan biryaran e.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi kombûna pirsgirêkan li Iraqê di maweya salên dûr û dirêj de kir û got, “kêşe û krîzên li Iraqê ji encama bi xirabî birêvebirina welat di salên dûr û dirêj de ye. Ti hikûmetek nikare di salekê de wan pirsgirêkan çareser bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya Herêma Kurdistanê bo pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo çaksaziyê nîşan da û ragihand: “Em li Herêma Kurdistanê piştgirî li pêngav û biryarên hikûmeta Iraqê bo encamdana reforman û çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan dikin.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, gelê Iraqê baştirkirina rewşa jiyanê û rêvebirinê dixwaze, ne aloztirkirina rewşa welat û destnîşan kir, “Iraqê pêwîstî bi îstiqrara siyasî û ewlehiyê heye û kêşe û krîz bi têkçûna aramî û îstiqrarê çareser nabin, lê belê aloztir dibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 721 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:29:22