Serokên eşîretan ji bo piştgiriya HSDyê civiyan

Li gundewarên rojhilatê Dêrezorê, civîneke berfireh a eşîretên Dêrezor, Reqa, Minbic, Tebqa û Hesekê ji bo piştevaniya HSDyê û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
16.12.2023, Cts - 18:10
Serokên eşîretan ji bo piştgiriya HSDyê civiyan
Nuçe Belav bike

Şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşê di civînê de li kêleka şêx, rûspî û kesayetiyan beşdar bû.

Şêxê eşîreta El-Wildeyê ku wî civîn bi rê xistibû got, lidarxistina vê civînê ji bo hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.

Şêxê eşîreta El-Wildeyê Şêx Hamid El-Ferec anî ziman:

“Em li bakurê Sûriyeyê dicivin da ku em yek dest bin, hevgirtî û li hev bin, em dikarin hemû pirsgirêk û astengiyan çareser bikin.”

Çend şêxên eşîretan ku beşdarî civînê bûn helwestên xwe yên li ser rewşa herêmê ragihandin.

Şêxê eşîreta El-Elî Şêx Elî El-Dalî jî got:

“Ji bo piştevaniya aştiya ehlî, tevna civakî û yekrêziya me ji bo serxistina projeya Rêveberiya Xweser û piştevanîkirina hêzên me yên çekdar û şermezarkirina ferehxwaziya Îranê û berferihbûna dagirkeriya Tirkî, em civiyan.”

Şêxê eşîreta el-Ceabat Yûsif El-Esed li ser civînê got:

“Hemû eşîretên bakurê rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya HSDyê û Rêveberiya Xweser dikin.

Em beşeke Rêveberiya Xweser in û xelkê navçeyê ne.”

Yek ji şêxên Eşîreta Ikêdat, el-Bikêr, ku çekdarên di rûyê hêzên HSDê rabûbûn bi navê wê şer dikirin, ragihand ku tu hêzek bi navê Eşîretan li navçeyê tune ye.

Şêxekî eşîreta Igêdatê Izo El-Herbî jî anî ziman:

“Eşîret û hozên me, bi rêya serok û rûspiyên xwe, hemû îdiayên hebûna hêzekê bi navê eşîretan li herêma me derew derdixin.

Ew navên ku ti hebûna wan nîne, tenê jehr in ku rejîm û hevalbendên wê hewl didin birijînin nav eşîret û xelkê me.”

Lidarxistina vê civînê di demekê de ye ku binkeyên hêzên Amerîkayê li navçeyê rastî êrişan tên.

Hefteya borî, hêzên HSDyê ragihandibûn ku wan binkeyên avêtina top û mûşekan li nêzîkî bajarokê Şedadê yê li başûrê Hesekê dîtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:54