Serokwezîr Barzanî serdana Brîtanya dike

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî sersalê dê serdana Brîtanya bike.
27.12.2017, Çar - 08:05
Serokwezîr Barzanî serdana Brîtanya dike
Nuçe Belav bike

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li YE (Yekitiya Ewropa) Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destpêka meha yekê ya sala 2018ê, YE dê stratejiyek nû bo sê salan li Iraqê darijîne. Eger hikûmeta Iraqê jî heta wê demê ber bi pêş ve gav neavêje bo guftûgo li gel herêma Kurdistanê, wê de dê gelek aliyan de zerer bigehin Iraqê. Ji ber YE ji aliye darayî û aborî ve hêzek pir giring a cîhanê ye û rêkeftina stratejik li gel Iraqê pêkaniye. Ji ber wê jî piraniya endamên YE û balyozên wê me li gel wan gotûbêj li ser Kurdistanê û helwêsta Iraqê kirine. Herwaha me daxwaz kiriye ku fişar bixin ser Iraqê, ku rêz li destûrê bigrin û binpê nekin. Ev jî karteke fişarê ye li ser Iraqê. ‘’

Dilawer Ajgeyî got: ‘’YE û piraniya welatan dibêjin pêwîste guftûgo di navbera Hewlêr û Bexda de bê merc û di çarçoveya destûrê de pêkbên. Dervey vê merc hebin ev yek nayê qebûl kirin û herçend ev yek ji bo wan aşkeraye jî ku Iraq û Ebadî bi taybet ji bo helbijartina dema pêş siyaseta dem û wext kuştinê birêve dibin. Ji ber vê piştî sersala nû fişar dê zêde bikevin ser wan. Ji ber naha piştgiriyek baş a Ewropa bo herêma Kurdistanê heye û ev yek jî dê bandora xwe nîşan bide.’’

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê YE yê ragehand: ‘’Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî bêhnvedana sersala nû dê serdana Brîtanya bike. Lê hîn dem û roja serdanê diyar nîne û serdan jî dê bandorek mezin bike. Ji ber Brîtanya welatek pir giring e.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:08