Şervanek û Selfie bi zirîpoşa Emerîkî re(FOTO)

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo berî çend rojan ragihand ku çekên Emerîka ji wan re şadibûn gihiştine wan û ewê wan çekdan di şerê kontrolkirina Reqa de bi kar bînin. Lê berdevkê YPG, ku hêza sereke ye di nava HSD de, Rêdûr Xelîl ew daxuyaniya Telal Silo ne rast derxist û ragihand ku tu çekên Emerkî neketine dest wan.
06.02.2017, Pts - 15:38
Şervanek û Selfie bi zirîpoşa Emerîkî re(FOTO)
Nuçe Belav bike

Tank, zirîpoş û çekên giran ku Emerîka dane HSD careke yekemîn eşkere bûn. Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo berî çend rojan ragihand ku çekên Emerîka ji wan re şadibûn gihiştine wan û ewê wan çekdan di şerê kontrolkirina Reqa de bi kar bînin. Lê berdevkê YPG, ku hêza sereke ye di nava HSD de, Rêdûr Xelîl ew daxuyaniya Telal Silo ne rast derxist û ragihand ku tu çekên Emerkî neketine dest wan. Di van wêneyan de diyar dibe ku çek ketine destê HSD û şervanên YPG û YPH selfiya xwe bi tank û zirîpoşên emerîkî re digirin. Alîkariya ku berê jî ji aliyê Emerîka ji HSD û YPG re çûbû, bû sedema derketina nakokiyan di navbera Tirkiyê û Emerîka de. Li Reqa nêzîkî 300 hezar kes dijîn û 90 km. ji Tirkiyê dûr e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1520 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:01:42