Silêman Oso bû serokê nû yê ENKSyê

Silêman Oso bû serokê nû yê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS).
06.06.2024, Per - 10:12
Silêman Oso bû serokê nû yê ENKSyê
Nuçe Belav bike

Silêman Oso ku di heman demê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ye,duh di civîna serokatiya ecumenê de wekî serokê ENKSyê hate hilbijartin.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) 2011an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.

Di nav ENKSyê de gelek partî, kesayet û rêxistin hene.

Herwiha ENKS di nav Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de jî cih digire.

Silêman Oso kî ye?

- Sala 1959an li gundê Til Dîkê yê Dirbêsiyê ji dayîk bû ye.

- Di salên 70yî de tevlî tevgera siyasî ya Kurd bû.

- Sala 1992yan ji aliyê hêzên ewlehiyl yên Sûriyeyê ve hat girtin.

- Piştre jî gelek caran ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin

- Dema ku di zindanê de bû wekî endamê komîteya navendî Partiya Yekîtî ya Kurdistanî hate hilbijartin

- Sala 2018an bû sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî

- Sala 2019an bû endamê Encumena Serokatiya ENKSyê

- Bavê 6 zaroken e

 

Vî nûçeyê tevayî: 547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:27