Silêman Oso: ENKS ji bo diyalogê amade ye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, ew ji bo diyalogê amade ne.
07.07.2023, Cum - 05:56
Silêman Oso: ENKS ji bo diyalogê amade ye
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, ew ji bo diyalogê amade ne û îro divê danûstandinên cidî çêbibin û rêkeftin were cîbicîkirin.

Silêman Oso ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li ser vegera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bo ser maseya danûstandinan, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Oso destnîşan kir, diyaloga ku di navbera ENKS û PYDê de çêbû, ne tenê diyaloga ku bi serperiştiya Amerîka û HSDê bûye, beriya wê jî li Hewlêr û Duhokê sê rêkeftin bi PYDê re kirine û got, piştî ku ji aliyê Amerîkiyan û ji aliyê Fransiyan ve hewla rêkeftinê hat dayîn, ENKSê amadebûna xwe nîşan daye ku diyalog li ser astekê dest pê bikin ku herdu aliyan neçar bike bi wan lihevkirinan.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê diyar kir, ew ji bo diyalogê amade ne û îro divê danûstandinên cidî çêbibin û ne danûstanên xapandinê bin, da ku rêkeftin pêk were û ew rêkeftin were cîbicîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:28:45