SOHR: Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de 3 komelgehên niştecîbûnê tên avakirin

Di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Tirkiye 3 komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li Efrînê ava dike.
01.07.2023, Cts - 16:28
SOHR: Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de 3 komelgehên niştecîbûnê tên avakirin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Komeleya Sexaa bi piştevaniya Kuweytê û hevahengiya Tirkiyê, Tirkiye 3 komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran di navbera gundên Kerferom, Qurtqulaq û nahiya Şera de ava dike.

Li gor zanyariyên SOHRê, piştî ku darên zeytûnan û daristanên wê deverê ji kokê ve hatin hilkirin, komeleya Sexaayê maşîn û alavên giran birine cihê wan komelgeyan.

Diyar kir jî, avakirina wan komelgehên nişticihbûnê, ji bo bicihkirina malbatên çekdarên ser bi Tirkiye ve ye. Her wiha hevdem e ligel vegerandina penaberên sûrî ji aliyê Tirkiyê ve.

Li gorî zanyariyan, 18 komelgehên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine belavkirin û ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi piştevaniya darayî ya Qeter û Kuweytê û rêxistinên Filistînî hatine avakirin.

Li gorî çalakvanên Efrînê, ev proje dikeve çarçoveya plana guherîna demografî Herêma Efrînê ku ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 556 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:30:21