Teqînek li Efrînê çêbû: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de mirî û birîndar hene.
26.08.2024, Pts - 09:56
Teqînek li Efrînê çêbû: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li embareke bombeyan a çekdarên grûba Mihemed El-Fatihê teqînek çêbû.

Teqîn li nêzîkî Encûmena Xwecihî ya Efrînê çêbûye.

Amarekî rast a derbarê kuştî û birîndar nîne lê hêzên parastina sivîlan û çend ambûlans çûn cihê teqînê.

Li gorî zanyariyên destpêkê ji ber teqînê herî kêm çekdarekî wê grûpê miriye û yek jî birîndar bûye.

21ê Tebaxa 2024an jî motorsikletikî bombekirî li kolaneke Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:20