Tirkiyê bombebarana Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye

Bêjtirî deh rojan e, topbarankirina navçeyên Til Temir û Zirgan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Şehba û Til Rifeet û Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi awayekî dijwartir didome.
03.08.2022, Çar - 05:56
Tirkiyê bombebarana Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye
Nuçe Belav bike

Çalakvanê sivîl û şirovekarê siyasî Perwer Mîdî ragihand ku, di topbaranên hêzên Tirkiyê de, li ser wan navçeyan bêhtir welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Mîdî Nîşan bi wê yekê jî daye ku hejmareke gelek ji gundan têne topbarankirin û xelk neçar dibin derbider û koçber bibin.

Şirovekarê siyasî û çalakvanê sivîl Perwer Mîdî got “Bi taybet zirgan û Til Temir rojane êriş li ser van deveran tên kirin. Ew gundên ku topbaran li ser wan hatine kirin, piraniya wan hatine valakirin û xelkê penaber dibin berê wan didin kampa Dêrikê ku kampa Newrozê ji bo wan hatiye hazirkirin. Derdoara 1100 malbat lêi wê derê çêbûne yên ku ji van deverena hatine.”

Yasanas Fadil Mûsa jî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, êrîşên Tirkiyê metirsiyê li ser demografî û ewlehiya deverê dirust dike, herwiha daxwazê ji rêxistinên navdewletî dike ku rêgiriyê li ber van êrîşan bikin û Tirkiyê bi yasayên navdewletî pabend bikin.

Parêzer û yasanas Fadilê Ferhan Mûsa dibêje “Êrişên Dewleta Tirk ên ku li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û seranserê bakur û rojhilatê Sûrê dibin, binpêkirinin ji yasayên navdewletî re, binpêkirinin ji serweriya Sûriyê re. Sûriye dewleteke serbixwe ye û nûner e di nav Netewên Yekbûyî de. Ev êrişên hanê metirsiyê li ser milêtê ku li van navçeyan de dijî çêdike, guhertineke domografiyê çê dibe. Ewlehiya vê navçeyê di bin metirsiyê de ye.”

Bi sedema topbaranan û bikaranîna dronan, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, rojane li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê welatiyên sivîl dibine qurbanî, ku li seranserî hêla sînorî jî, ji ber heman sedemê, piraniya gund û navçeyan ji xelkên xwe yên resen hatine valakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:22