Tirkiyê gundê Zor Mixarê li Kobanî topbaran kir

Hêzên Tirkiyê gundê Zor Mixar li rojavayê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî topbaran kirin.
07.10.2022, Cum - 15:13
Tirkiyê gundê Zor Mixarê li Kobanî topbaran kir
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara duh 6ê Cotmehê hêzên Tirkiyê pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Zor Mixarê li Kobanî bi dijwarî topbaran kirine.

Di encama topabrana li ser wî gundî de serbazekî artêşa Sûriyê birîndar bûye.

Berî çend mehan di demekê de ku Tirkiyê gefên xwe bo destpêkirina êrîşeke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirin, di encama hin danûstandinan de HSDê rê da artêşa Sûriyê ku hejmarek leşkerên xwe bi tank û topan ve li Kobanî bicih bike.

Di 5ê Cotmehê de jî, dronên Tirkiyê gundên Qere Mox, Doran û Til Şiîrê li gundewarê Kobanî bombebaran kiribûn, di encam de welatiyek li Qere Mox birîndar bûbû û zirareke mezin gihîştibû mal û milkên gundiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:24