Tirkiyê îdia kir; Berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobaniyê hat kuştin

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, endamê Konseya Rêveberiya Kobaniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê “Erhan Arman” di operasyoneke taybet a saziya istixbarata wî welatî (MIT) de jiyana xwe ji dest daye.
01.08.2022, Pts - 08:53
Tirkiyê îdia kir; Berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobaniyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Tirkiyê li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên wî welatî wergirtiye, belav kiriye ku MÎTê li Rojavayê Kurdistanê operasyonek taybet pêk aniye û di wê operasyonê de endamê Konseya Rêveberiya Kobaniyê “Erhan Arman” ê bi nasnavê “Berxwedan Mûş” jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê vê îdiaya Tirkiyê de hêj ti aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxuyanî nedane.

Li gor agahiyên ku ajansa fermî ya Tirkiyê belav kirine, Erhan Arman di sala 2013an de li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê tevlî refên PKKê bûye û beşdarî gelek çalakiyên li dijî Tirkiyê bûye.

Herwiha hatiye ragihandin, ku Erhan Arman paşê derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûye û li herêma Kobaniyê xebatên xwe meşandine.

Ajansa fermî ya Tirkiyê diyar kiriye, ku Erhan Arman sala 2019an di rêveberiya eyaleta Kobanî de hat wezîfedarkirin.

Li gor heman çavkaniyê, Arman li Kobaniyê di karê tunel û mewziyan de wek berpirsyar xebitiye û li dijî operasyonên Tirkiyê plan amade dikirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:04