Tirkiye îro derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de biryar dide

Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) îro 26ê Gulanê li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive .
26.05.2022, Per - 12:13
Tirkiye îro derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de biryar dide
Nuçe Belav bike

Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) îro 26ê Gulanê li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û di rojeva civînê de egera operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê heye.

Tê çaverêkirin di sêyemîn civîna îsal a Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê de, daxwaza Swêd û Fînlandayê ya bo endamtiya NATOyê, operasyona Pence-Kilîd a li nav axa Başûrê Kurdistanê û kirîna çekan ji aliyê Yunanistanê ve bên gotûbêjkirin.

Lê belê amadekariyên operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê jî di rojeva civîna îro ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) de ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Gulanê piştî civîna kabîneyê ragihandibû, ji bo temamkirina avakirina herêma ewle ew dê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonekê bikin.

Erdogan gotibû: “Em ê li başûrê sînorên xwe ji bo avakirina herêma ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyî pêngavên pêwîst ên ku kêm mabûn biavêjin. Ew qadên ku li dijî welatê me û herêmên me yên ewle bûne navendeke êrîşan dê destpêka operasyonên me bin. Dema artêş, îstixbarat û hêzên me yên ewlekariyê amadekariyên xwe temam bikin înşallah dê operasyon destpê bike. Em ê roja Pêncşemê di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de li ser vê mijarê bi hûrgilî rawestin û biryarên xwe werbigrin.”

Tirkiyê di wan demên dawî de planeke xwe ya nû bo vegerandina koçberên Sûrî bo nav sînorê Sûriyê aşkere kiriye. Li gor planê dê nêzî yek milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bo navçeyên li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola hêzên Tirkiyê de bên vegerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:16