Tirkiyê kuştina berpirsa Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê di operasyonekî taybet de berpirsa YPG/YAT Ciwana Heso ya wek Roj Xabur tê naskirin hatiye bê bandor kirin.
07.12.2022, Çar - 08:57
Tirkiyê kuştina berpirsa Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ragehand
Nuçe Belav bike

Li gor çapemeniya Tirkiyê ragehandiye, berpirsa herêma Cizîrê ya YAT (Yekîneyên Antî – Teror ango Dije Teror) Ciwana Heso ya wek Roj Xabur tê naskirin di operasyonekî taybet a MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine veguhestin, Roj Xabur perwerde û rahênana xwe ya leşkerî jî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wergirtiye û piştre jî li Akademiya Dilovan a PKK/YPGê de wek berpira jinan kar kiriye û perwerde û rahênana endamên rêxistinê dikir.

Hat ragehandin Roj Xabur di encama operasyonekî MÎTê de li gel pasewan angor parazvanên xwe hatiye jinav birin. Lê derbarê dem û çawaniya operasyonê de ti agahî nehatine dayîn.

Ji aliyê din ve Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) baskê PKKê yê leşkerî yê jinan jî ragehand, Roj Xabur di êrîşa bi dron a dewleta tirk a roja 22yê Tîrmeha sala 2022yê li ser rêya Qamişloyê de, li gel fermandar Jiyan Tolhildan û şervana bi navê Barîn Botan şehîd bûne.

Li gor heman daxuyaniyê ev daxuyaniya naha ya ji aliyê Dewleta Tirk û MÎTê ve hatiye dayîn ku ev bûyer nû çêbûye derew e û ji bo tirsandina civakê û berevajî kirinê hatiye belav kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:57