Tirkiyê li otomobîla YPGê da: Herî kêm 3 şervan hatin kuştin
Di êrîşê de, 3 şervanên Yekîneyên Parastinê yê Jinê (YPJ) hatin kuştin
23.07.2022, Cts - 06:15
Jêderekî xwecihî ji K24 re ragihand, Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîk rêbenda Nemetlî yê di navbera Qamişlo û Tirbesipiyê de bombebaran kir.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşê de, 3 şervanên YPJê hatin kuştin.
Ji destpêka îsal ve, artêşa Tirkiyê 38 êrîş li navçeyên HSDê bi riya dorneyan pêk anîne û di encamê de 27 şervan hatine kuştine ku 9 ji wan jin û 2 jî zarok in. Herwiha zêdetir 70 kesî jî birîndar bûne.
K24
Vî nûçeyê tevayî: 635 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:19:11