Tirkiye Sûriyeyiyan digire û dibe: Rêveberiya Xweser daxuyanî da!

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser bûyerên girtina a xelkê Sûriyeyê got, “Em hemleyên girtin û bindestiyê şermezar dikin.”
06.07.2024, Cts - 14:54
Tirkiye Sûriyeyiyan digire û dibe: Rêveberiya Xweser daxuyanî da!
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyeyê li bajarên wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê û El Bab û Ezazê yên Sûriyeyê gelek kesan digirin û wan dibin Tirkiyeyê.

“Em şermezar dikin”

Rêveberiya Xweseriya li ser van rûdanan daxuyaniyeke nivîskî da û got:

"Em hemleyên girtin û bindestiyê şermezar dikin ku li herêmên dagirkirî û li Tirkiyeyê bi destê hêz û îstixbarata Tirkiyeyê li beramberî gelê Sûriyeyê tên kirin.

Em ji malbatên qurbaniyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine qetilkirin re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

“Tirkiyeyê hewl da ku penaberên Sûriyeyî ber bi xwe ve bikişîne”

Rêveberiya Xweser bangî xelkê Sûriyeyê kir da ku helwesta xwe nîşan bide û da zanîn:

“Dewleta Tirk şoreşa Sûriyeyê rawestand û ji bo krîza Sûriyeyê ji bo armancên xwe bi kar bîne û penaberên Sûriyeyî ber bi Tirkiyeyê ve bikişîne xebitî da ku wan wekî karteke zextê li dijî Ewropayê bi kar bîne.

Ji aliyekî din ve dewleta Tirk a dagirker ji bo îstismarkirina Sûriyeyiyan, gel wekî keda erzan bi kar anî û ew kişand nav çeteyên mafya û madeyên hişbir û fihûşê.”

“Qeyserî encama siyaseta neteweperest e”

Rêveberiya Xweser di beşeke din a daxuyaniyê de li ser bûyerên li Qeyseriyê û rûdanên piştî wê got:

“Bûyerên Qeyseriyê û êrişên piştî wê yên li ser penaberên Sûriyeyî, encama siyaseta neteweperest a dewleta Tirk a hovane ya li dijî gelan e.

Siyaseta dewleta Tirk a li hemberî aloziya Sûriyeyê têk çûye û hewldanên Erdogan ên ji bo hevdîtina bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî delîla wê ne.

Lê ev nayê wê wateyê ku dewleta Tirk dev ji stratejiya xwe berdaye û bi vî rengî aramiya Sûriyeyê an jî çareseriyekê ji xwe re dike armanc.

Ew dixwaze bi destê hikûmeta Sûriyeyê careke din şerekî navxweyî di navbera hêzên Sûriyeyê de derxe.”

“Diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyiyan çareya herî guncav e”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser diyaloga navxwe û pê de çû:

“Diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyiyan çareya herî guncav e ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Hevgirtina me ya hundir dê hemû hêzan neçar bike ku serî li daxwazên me bidin û bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker ji nava axa xwe derxin.”

Çi bûbû?

1ê Tîrmehê li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Peyamên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan jî li gelek deverên Rojava û Sûriyeyê hatin protestokirin.

Piştî van her du rûdanan li Sûriye û li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji xwepêşandanên tund hatin kirin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Artêşa Tirkiyeyê piştî van protestoyan li bajarên wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê û El Bab û Ezazê yên Sûriyeyê dest bi operasyonan kir û bi dehan kes desteser kirin.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Li navçeya Serîkê ya Antalyayê ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîf ji aliyê nijadperestan ve hat kuştin./Rudaw

 

Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:07