Tirkiyeyê êriş kir: 4 şervanan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên artêşa Tirkiyê de 4 şervan wan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn.
01.06.2024, Cts - 10:00
Tirkiyeyê êriş kir: 4 şervanan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yê li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da diyar kir ku kuştî û birîndar hene.

HSDyê diyar kir ku duh artêşa Tirkiyeyê bi dronan 8 caran êrişî xalên hêzên wan, mal û otomobîlên sivîlan kir.

Li gorî daxuyaniyê dronên Tirkiyeyê li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên HSDyê û li derdora bajarê Qamişloyê xaêa Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin.

HSDyê herwiha ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li Qamişloyê du caran malên sivîlan û 3 caran otomobîlên sivîlan bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk  bi dronekê  ambulansa ku hewl dida şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.

Di encama êrişan de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn."

 

Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:13