Ukrayna ji mexdûrên erdhejê yên Cindirêsê re alîkariyan dişîne

Hikûmeta Ukrayna bi rêya rêxistina El-Emîn a Alîkariyên Mirovî ku navenda wê li Sûriyê ye û girêdayî opozisyona Sûriyê ye, ji ziyanmendên erdhejê yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê re alîkariyên mirovî şand.
03.04.2023, Pts - 11:58
Ukrayna ji mexdûrên erdhejê yên Cindirêsê re alîkariyan dişîne
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandinê yê Rêxistina El-Emîn, Yasir Teraf ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihand ku hikûmeta Ukraynayê ji ziyanmendên erdheja bajarokê Cindirêsa Efrînê re 2 barhilgir alîkariyên mirovî şandine.

Yasir Teraf got, yek ji wan barhilgiran bi pakêtên xwarinê, pêdiviyên paqijiyê û ya din jî bi du kerevanan dagirtî bû.

Berpirsê Ragihandinê yê Rêxistina El-Emîn gotiye: “Ew dê 3,000 selikên xwarinê ku rûn, ava temate û xwarinên hişkkirî û 2,000 karton malzemeyên paqijkirinê li xwe digire, li ser qurbaniyan belav bikin.”

Teraf diyar kir, mexdûrên erdhejê ku li navenda mana demkî dijîn, dê wan alîkariyan werbigirin ku ji bo bajarokê Cindirêsê hatine şandin.

Bi sedema erdheja 6 Sibatê ku navenda wê li parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî hejiya û bi taybet li bajarokê Cindirêsê bû sedema zirarên mezin ên canî û madî.

Li gor zanyariyan, di encama erdhejê de li Cindirêsê zêdeyî 1100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di encama erdhejê de bi giştî 6500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:01