Washington Post: Amerîka operasyonên xwe li Rojava berfireh dike

Rojnameya “Washington Post” bi zimanê berpirsên rêveberiya Amerîkî ragihand, Wezareta Berevaniyê xwe amade dike ku hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re li bakurê Sûriyê ji nû ve dest pê bike û berfireh bike.
07.12.2022, Çar - 07:23
Washington Post: Amerîka operasyonên xwe li Rojava berfireh dike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Amerîkî got, berpirsên Amerîkî pêşbînî dikirin ku ev pêngava Pentagonê, pêwendiyên bi Tirkiyê re aloztir bike, bi taybet ku Tirkiye HSDê bi êrîşa meha borî ya li Stenbolê tometbar dike.

Washington Post diyar kir, 3 berpirsên hikûmetî yên Amerîka ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, di wê baweriyê de ne ku Enqere dê bersiva biryara Washingtonê bi şandina hêzên bejayî bo bakurê Sûriyê bide” wek çawa berê jî gefa wê xwaribû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Duşemê got, wan dîsa dest bi operasyonên hevbeş ên dijî terorê bi Washingtonê re kirine, piştî ku wan ji ber bombebarana Tirkiyê ew operasyon rawestandibû.

HSDê roja Înê, Ji ber bombebaran û gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, hemû operasyonên hevbeş yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re li dijî DAIŞê rawestandibû.

Amerîka dibêje ku ew têdigihe nîgeraniyên Tirkiyê derbarê Sûriyê de, lê ew li dijî destpêkirina êrişa bejayî ye û dibêje, êrişên Tirkiyê rasterast ewlehiya leşkerên Amerîkî dixe metirsiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:55