Yekem geşta rasterast a navbera Hewlêr û Pragê dê were ragihandin

Konsolê Giştî yê Çek û Rêveberê Fly Erbil îro yekem geşta rasterast a di navbera Hewlêr û Pragê de radigihînin.
15.08.2022, Pts - 09:14
Yekem geşta rasterast a navbera Hewlêr û Pragê dê were ragihandin
Nuçe Belav bike

Di kongreya rojnamevanî de giringiya geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Pragê de û herwiha hêsankirina dayîna vîzeya Schengen bo geştyarên Herêma Kurdistanê dê were gotûbêjkirin.

Civîna çapemeniyê saet di 12.00an de li avahiya Fly Erbil a li kêleka Otela Chawarchra tê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:02