Yildirim: Em ê piştî Babê beşdarî operasyona azadkirina Reqayê bibin

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di hevpeymaniyekê li gel rojnamevanên Tirkiyê de behsa pêşhate û siyaseta Tirkiyê piştî Babê kir.
21.02.2017, Sal - 06:07
Yildirim: Em ê piştî Babê beşdarî operasyona azadkirina Reqayê bibin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya televîzyona NTV a Tirkî, Yildirim li gel desthelatdarên Amerîkayê civiyaye û li gor gotinan Yildirim, Hikûmeta Tirkiyê piştî azadkirina Babê jî amadeye ku şerê DAIŞê bikin.

Li gor gotina Yildirim, Tirkiyê amadebûna xwe ji bo rizgarkirina Reqayê li destê DAIŞê nîşan daye lê belê bi mercê vê yekê ku HSD(Hêzên Sûriyayê Demokratîk) di wê operasyonê de beşdar nebin.

Derbarê vê yekê de ku îdareya Trump çawan pêşewazî li daxwaza Tirkiyê derheqê radestkirina Gulen dike? Yildirim dibêje ku:”Me bi awayeke ciddî li gel Amerîkayê qise kiriye wan jî gelek bi ciddî soz dane me ku vê Gulen radestî Tirkiyê bikin ji bo vê yekê Tirkiye çaverêyê pêngavên berbiçav yên Amerîkyê dike

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:03