YPG: Em êrîşên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser teqîna Stenbolê ragihand: “Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin, ti têkiliyên me bi berpirsa êrîşa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.”
15.11.2022, Sal - 07:33
YPG: Em êrîşên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Roja 13ê Mijdarê, li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rûda. Di encama teqînê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser êrişa li kolana Îstiklalê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Duh teqîneke terorîst li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê rûda, di encamê de sivîl bûn qurbanî. Piştî bûyerê hikûmeta AKPê û MHPê îdia kirin ku hêzên me ev teqîn pêk aniye û dest bi hûnandina senaryoyeke xeyalî û dûrî rastiyê kir. Em bi temamî wan îdiayan derewîn red dikin, ti têkiliyên me bi berpirsa êrişa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin. Hêzên me di çarçoveya demokrasî, mafên jinan û mirovan, têkoşîna li dijî teror û dîktatoriyê de dixebitin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:42