Li gorî daxuyaniya YPGyê dê hêzên Asayîşê li her du taxên Helebê bimînin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke fermî got:
“YPGyê û YPJyê qurbaniyên mezin dane ji bo parastina xelkê li her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd.
Li gor rêkeftina dawî erkê parastina ewlehiyê bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) yên ser bi Rêveberiya Xweser ve hate dayîn.
Me beşek ji hêzên xwe kişand û beşê mayî wê bi awayekî rêxistinkirî ji nû ve were belavkirin.”
YPGyê tekez kir ku "paşvekişîna hinek" ji hêzên xwe temam bûye û amaje pê kir ku yekîneyên mayî dê di rojên pêş de bi rengekî berpêş û rêkûpêk werin bicihkirin û tekez kir ku ew dixwazin helwesta xwe li gorî pêdiviyên stratejîk ên qonaxa nû biguncînin.
Divê were gotin ku piştî peymana di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, karwanê yekemîn ê HSDyê ji her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê vekişiya.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku karwanê yekem ê HSDyê di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ji bajarê Helebê ber bi rojhilatê Feratê ve dest bi vekişînê kir.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi desthilata Şamê re 1ê Nîsana 2025an li ser rewşa her du taxan peymaneke ji 14 bendan pêk tê îmze kiribû.
Li gorî xalên peymanê hêzên çekdar dê tevî çekên xwe, derbasî navçeya rojhilatê Feratê bibin lê hêzên asayîşê dê li taxan bimînin.
Hêzên HSDyê di çarçoveya benda 6an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û desthilata Şamê de, tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.
Her wiha duh di çarçoveya peymanê de benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
YPJ û YPJê jî daxuyaniyekê ragihand ku dê ji taxên Şêx Meqûsd û Eşrefiyeyê vekişin û karê parastina her du taxan ji hêzên Asayîşê re bihêlin.