YPG Şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişîne

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel îro daxuyaniyeke nivîskî da û got ku komeke şêwirmendên leşkerî yên girêdayî hêzên wan, peywirên xwe yên şêwir, piştgirî û rahênana Meclisa Leşkerî ya Minbicê temam kirine û teqez kir ku wan şêwirmendên xwe ji bajarî kişandine.
05.06.2018, Sal - 12:31
YPG Şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişîne
Nuçe Belav bike

YPGê diyar kir ku çarîka yekem a sala 2016an, Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew vexwendine da ku bajarî ji DAIŞê rizgar bikin ku wan jî di çarçoveya lihevkirineke navdewletî û herêmî ku Tirkiye di nav de bû, hêzên wan li gel hevpeymaniya navdewletî bi erênî bersiv daye vê daxwazê û bajar di 5ê Tebaxa 2016an de rizgar kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Piştî ku bajarê Minbicê hat rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16ê mijdara sala 2016an de ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Hêzên me ji bajar vekişiyan û derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî hate dayîn, her wiha merasîma leşkerî li ber ekranên televizyonan û saziyên çapemeniyê hate lidarxistin."

YPGê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwestiye ku komek rahênerên leşkerî wek şêwirmendên leşkerî li Minbicê bimînin da ku di warê perwerdehiyê de piştgiiryê bidin meclisê ku ev tişt bi hevahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye û wiha dewam dike: "Xebata wan ji wê demê û heta niha dewam kir. Niha piştî ku du salan di ser xebatên wan ên berdewam re derbas bûne û Meclisa Leşkerî ya Minbicê gihiştiye asta ku bikare xwe ji aliyê perwerdehiyê ve bi rê ve bibe, Fermandariya Giştî ya YPGê biryar da ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê bikişîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1098 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:58