2 kolberên Kurd hatin kuştin 4 kolber jî birîndar bûn

Du kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin û çar kolber jî birîndar bûn.
27.07.2024, Cts - 16:18
2 kolberên Kurd hatin kuştin 4 kolber jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan (Hengaw) belav kir, hêzên ewlehiyê yên Îranê îro 27ê Tîrmehê li sînorê Newsûdê kolberekî bi navê Nazim Seferî yê 26 salî dane ber guleyan û hatiye kuştin.

Da zanîn jî, li sînorê Merîwanê jî kolberekî bi navê Îhsan Newrozî yê 25 salî bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve hatiye kuştin. Ew kolberê ciwan xelkê bajarê Giyelan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye.

Hengawê ragehand, duhî jî 4 kolberên xelkê gundê Dişe yê ser bi bajarê Pawe ve di dema kolberiyê de bû, li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hatine girtin û eşkencekirin.

Hat ragehandin ew her 4 kolber ji bo dermankirinê, ji bo navendên tenduristiyê hatine rakirin.

Hejmarek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a Îranê tên kuştin û birîndarkirin

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di destpêka vê mehê de rexne li hikûmeta Îranê girtibû û got: “Îran bi tundtirîn şêwe rûbirûyî kolberan dibe.”

HRW di raporekê de diyar kiribû, tenê di sala 2023an de li ser sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, 44 kolber hatine kuştin û 463 kes jî birîndar bûne ku %80 ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:02