Bûyerên Kurdistana Rojhilat her ku diçe mezin dibe!

Hêzên ewlekariya Îranê li bajarê Bane yê Rojhelatê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber nerazibûnên welatiyan bo ser avahiya qaymeqamiyê jiber mezin bûna bûyeran cadeya sereke ya ku diçe ber qaymeqamiya bajar girtin.
07.09.2017, Per - 14:46
Bûyerên Kurdistana Rojhilat her ku diçe mezin dibe!
Nuçe Belav bike

Xelkê Baneyê bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştina 2 kolberên Kurd, xwepêşandanek saz kirin.

Hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê di nava cadeyên bajar de belav bûne û hewil didin bajar bi tevahî kontrol bikin.

Her wiha zanyariyan da zanîn ku li herêmê înternet hatine birîn, li bajarê Bane rawestiyane û dikan û bazar jî hatine girtin.

Roja sêşemê bo nîşandana nerazîbûnê li beramberî kuştina 2 kolberan li sînorên Bane, xelkê wî bajarî dest bi xwepêşandanan kirin û di encamê de alozî derket û êrişî ser avahiya qaymeqamiyê hate kirin û deriyê wê şikandin û pirsgeh jî şewitandin.

Di wan bûyeran de çend kes birîndar bûn û tê gotin ku bi dehan çalakvan hatine girtin.

Xelkê Baneyê 3 daxwazên sereke arasteyî hikûmeta Îranê kirine, ku dawî anîna bi siyaseta kuştina kolberan li deverên sînorî, dûrxistina Qayimeqamê Merîwanê û girtin û dadgehîkirina pirsyaran ji daxwazên wan in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1667 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:27