Li gorî lêkolîna Zanîngeha Şerîfî ya Teknolojiyê ya Tehranê, di heyama 25 salên borî de ji sedî 97 ava gola Urmiyê hişk bûye. Li gorî lêkolînên Zanîngeha Tewrîzê jî di sala 2020an de her çend sedemên sirûştî bandor li hişkbûna gola Urmiyê kiriye, lê sedema sereke, ne sirûştî ye, belkû mirovî ye.
Di lêkolîna Zanîngeha Tewrîzê de hatiye, di hişkbûna golê de rola faktorên xwezayî û guherîna keşûhewayê ji sedî 16 heta 35 û rola faktorên mirovî jî ji sedî 65 heta 84 e.
Diyar kir jî, sedema sereke ya mirovî ya vê karesatê, çêkirina 23 bendavan li ser çemên ku diherikin golê ye. Herwiha çendîn faktorên din ên mirovî jî hene, ji wan çêkirina pir û corêyê di nava golê de.
Ji sedî 51 ava gola Urmiyê ji çemên Cexeto û Teteho yên parêzgeha Urmiyê, ji sedî 39 ji çemên parêzgeha Tewrêzê û ji sedî 11 ji çemên parêzgeha Sineyê tê dabînkirin. Niha li ser van çeman bendav hatine çêkirin û ava wê ji bo bajaran, çandinî û pîşesaziyê tê bikaranîn.
Karbidestên Îranî çendîn caran behsa pilanên vejandina golê kirine, lê jîngeparêzan vê dawîyê wêne li ser torên civakî belav kirine û dibêjin, ne tenê niyaza hikûmetê ya vejandina golê nîn e. Di şûna wê de, ew rûbera golê ya hişk bûye bi maddeyek digire, da ku pêşî li belavbûna axa asîdî bigire, hukûmet jî ev yek red kir û got ku wê ew made tenê li 60 metre çargoşe ceribandiye.
Gola Urmiyê wek mezintirîn gola navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Li gorî belgeyên zanistî devera gola Urmiyê, ji 7 hezar salan berî niha ve cihê şaristaniyê û jiyana mirovan bûye.
Bilindahiya Gola Urmiyê, 1300 metre li ser asta deryayê ye, berî çend salan kûrahiya golê bi qasî 6 metreyan bû. Dirêjiya wê digihîşt 120 k.m û firehiya wê jî di navbera 15 heta 50 k.m bû, ku rûbera wê ji 5 hezar heta 6 hezar k.m çargoşe bû.
Gola Urmiyê ji ber cih û taybetmendiyên xwe yên xwezayî û ekolojîk, ji sala 1996an ve wek parkeke neteweyî hatiye tomarkirin.