Elî Qazî koça dawiyê kir

Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro koça dawî kir
10.07.2022, Paz - 06:16
Elî Qazî koça dawiyê kir
Nuçe Belav bike

Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed îro di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawiyê kir.

Elî Qazî kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawiyê kir.

Elî Qazî sala 1933an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî çend salan ji rûxana Komara Kurdistanê, berê xwe da Almanyayê û lê bi cih bû.

Elî Qazî di salên borî vegeriya Başûrê Kurdistanê û bû Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê.

Elî Qazî piştî ku nexweş bû, serokatiya partiyê bi cih hîşt û ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê vegeriya Almanyayê û îro koça dawiyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:02