ENKS: Em dixwazin ligel PYDê bigihên rêkeftineke siyasî, leşkeri û îdarî

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di derbarê hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî ra ragihand, divê rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî bê kirin.
12.11.2019, Sal - 06:29
ENKS: Em dixwazin ligel PYDê bigihên rêkeftineke siyasî, leşkeri û îdarî
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24 re diyar kir, di hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî ra, wî nameya xwe derbarê yekrêziyê de gihand wan û behsa rewşa niha Rojavayê Kurdistanê kir.

Herwiha Mihemed Îsmaîl got: “Mazlûm Kobanî dikare bandorê li PYDê bike û dikare bi rolekê ji bo yekrêziyê rabe. Em bi hêvî ne ew ligel Herêma Kurdistanê nêzîkahiyekê di nava tevgera siyasî ya kurdî çê bikin.”

Mihemed Îsmaîl got: “Daxwazên ENKSê diyar in, em çareseriyê di yek komê de dibînin, heger rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, dê di berjewendiya gelê me de be. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê û herwiha destpêşxeriya Fransî jî wiha bûn.”

Amaje bi wê yekê jî kir, li ser erdê tiştekî bilez çê nebûye, tenê di ragihandinê de zêdetir ev mijar tê behskirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 956 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:57