Girtiyê siyasî yê Kurd hat îdamkirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Riza Resayî ku di protestoyên ji ber kuştina Jîna Eminiyê de hatibû girtin, îro hat bidarvekirin.
07.08.2024, Çar - 10:10
Girtiyê siyasî yê Kurd hat îdamkirin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku  Riza Resayî yê 34 salî bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên protestokirina kuştina Jîna Eminî bûbû hat îdamkirin.

Riza Resayî bêyî ku malbata wî were agahdarkirin, roja 6ê Tîrmehê bi nepenî li girtîgeha Dîzoavayê ya li navenda Kirmaşanê hatiye îdamkirin.

Riza Resayî yê xelkê navçeya Sehneyê ya Kirmanşanê di çalakiyên Jin Jiyan Azadî yên ji ber protestokrina kuştina Jîna Eminiyê de hatibû girtin.

Biryara cezayê îdama Riza Resayî, du hefte beriya niha ji aliyê Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû erêkirin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, îro sibehê navenda ewlehî malbata Resayî agahdar kiriye ku kurê wan hatiye bidarvekirin.

Herwiha hezên ewlehiyê hişyarî daye malbatê ku mafê wan nîne termê wî li bajarê Sehneyê bi axê bispêrin.

Cezayê îdamê li Riza Resayî, bi hinceta ku Serokê Îstixbarata Supaya Pasdaran a Sehneyê Nadir Beyramî kuştiye hatibû birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, biryara îdamê di bin zexta serokê dezgeha dadweriyê de hatiye dayîn, bêyî ku delîl û belgeyên tawanê bên pêşkêşkirin.

Riza Resayî 24ê Çiriya Paşîna 2022yan li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin.

Ew li Girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê dihat girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:44