HAK-PAR: Dr. Abdurahman Qasimlo di salvegera 35. wefata wî de bi rêzdarî bi bîr tînin

Dr. Qasimlo di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê ji aliyê ajanên rejîma melayên paşverû ya Îranê ve hat qetilkirin.
12.07.2024, Cum - 17:33
HAK-PAR: Dr. Abdurahman Qasimlo di salvegera 35. wefata wî de bi rêzdarî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

Dr. Abdurrahman Qasimlo  di Sala 1930 li Urmiyê ji dayîk bûye. Qasimlo yek ji aktorên herî girîng ên tevgera Kurd li Îranê bû.

Jiyana xwe terxan kir ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd. Qasimlo di sala 1973’an de ji bo serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate hilbijartin.

Dr. Qasimlo di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê ji aliyê ajanên rejîma melayên paşverû ya Îranê ve hat qetilkirin.

Lîderê KDPI Qasimlo ku li Îranê bi dirûşemeya otonomiyê ji bo Kurdistanê têdikoşe, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê û danûstendina bi rejîma Îranê re ketiye nav hewldanên mezin.

Dîsa di 13 'ê Tîrmeha 1989'an de li cihê civînê ku çûbû danûstandina bi hevalên xwe Abdullah Qadirî û Fazil Resûl re ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve ket kemînê û hate qetilkirin.

Ev kiryara terorê li Viyanayê, li naverasta Ewropayê pêk hat. Hikumeta Awûstûryayê hesasiyeta pêwîst a li hemberî vê kiryara terorîstî ya li paytexta wê pêk hat, nîşan neda. Bûyer bi temamî nehate ronîkirin, berpirsyar nehatin darizandin ne jî hatin cezakirin.

Hikûmeta Awûstûryayê, ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li ber çavan girt, çavê xwe ji nixumandina kuştina bi xwîn a Rêberê Gelê Kurd ê hêja û kadroyên hêja YÊN KDPI re girt.

Qasimlo di 20 ' ê Tîrmehê de li Goristana Pere Lachaise ya Şehîdên Şoreşê yên Parîsê hat veşartin .

Em weke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR di 35. salvegera vê kuştina kirêt de em careke din rejîma îranê ya kevnbuyi, terorîst a şikestî şermezar dikin û Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Partîya Maf û Azadîyan/Bûroya Çapemenî HAK-PAR

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:12