Hêzên Ewlekariyê yên Îranê pênc welatiyên Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin

Hêzên Ewlekariyê yên Îranê li bajarên Şino û Tehranê pênc welatiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin
28.06.2022, Sal - 07:00
Hêzên Ewlekariyê yên Îranê pênc welatiyên Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin
Nuçe Belav bike

Hêzên Ewlekariyê yên Îranê li bajarên Şino û Tehranê pênc welatiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin, lê heta niha nayê zanîn ka bi çi tohmetekê hatine desteserkirin.

Îdareya Îtlaatê ya bajarê Şino ser bi parêzgeha Urmiyê roja Duşembê 27ê Hezîrana 2022ê, bangî çar welatiyên xelkê bajêr bi navên Yaqub Mehmûdî Azer, Îbrahîm Ezîzî, Behmen Mehmûdî Azer û Muhsîn Ezîzî kiriye û piştre desteser kirine, lê behsa ti sedemekê bo desteserkirina wan çar kesan nehatiye kirin û nayê zanîn jî li ku ne.

Li gor raporta Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov, hêzên Îtlaata Supaya Pasdaran roja Duşembê çalakvanê siyasî û xelkê Îlamê Ehmedreza Xaîrî li bajarê Tehranê desteser kirine. Lê sedema desteserkirina Ehmed Reza Xaîrî ne zelal e.

Hêzên Îtlaata Supaya Pasdaran serê sibeha roja Duşembê bi ser mala Ehmedreza Xaîrî de girtine, li nav malê pişkinîn kirine û ew desteser kirine û birine Zîndana Êvîn a Tehranê. Navborî berê jî hatiye girtin û cezayê şeş meh zîndanîkirin li ser hatiye ferzkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:52:28