Hêzên Îranê kolberekî Kurd kuşt!
Hêzên sînorî yên Îranê, li Hewramanê kolberekî Kurd kuşt.
19.08.2024, Pts - 10:57
Ajnsan Rûdawê ragihand ku bûyerê doh êvarê li gundê Sergetiyê yê herêma Hewramanê ya Helebceyê rû daye.
Navê wî kolberî Aram Xelîl e û ew 26 salî bûye.
Hat zanîn ku hêzên Îranê rasterast gulê lê reşandine û wî canê xwe ji dest daye.
Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:06:17