Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser mijareke gotûbêjê ye

Seroka Encûmena Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Îlham Ehmed ku li parlamentoya Ewropayê li Brukselê beşdarî di konferanseke derbarê Rojavayê Kurdistanê de kiriye, ji Rûdawê re ragihand, xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser ji bo rêvebirina herêmê hilbijartin e û dê xelkê Sûriyê bi xwe dê biryarê li ser qebûlkirin an qebûlnekirina wê bidin û teke kir, Rêveberiya Xweser mijareke gotûbêj û danûstandinê ye
12.12.2019, Per - 16:37
Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser mijareke gotûbêjê ye
Nuçe Belav bike

Li Brukselê konferansek derbarê Rojavayê Kurdistanê de bi beşdariya parlamenterên Ewropî birêve diçe. Konferans bo dema du rojan e, ji duh Çarşemê ve dest pê kiriye û îro Pêncşemê bi dawî tê.

Seroka Encûmena Cîbicîkar a MSDê, Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ew dixwazin bi rêya vê konferansê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê bo ser wan navçeyan ji bo parlamentarên Ewropî şîrove bikin

Îlham Ehemd diyar, ew dê ji Yekîtiya Ewropayê bixwazin ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê rol hebe.

Wê rayedara MSDê amaje bi daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û bicihkirina penaberên Sûrî li navçeya aram kir û diyar kir, Erdogan dixwaze bi hin daxuyaniyan nîşan bide ku Tirkiye di êrîşa xwe de mafdar e, lê belê di konferansa li Brukselê de derdikeve holê ku ev yek nerast e û gelek xelkê cihê ku jê re navçeya aram tê gotin, ji cih û malên xwe koçber bûne.

Îlham Ehmed destnîşan kir, ku êrîşa Tirkiyê zirareke mezin û ciddî gihandiye navçeyê û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir, li hember wê êrîşa Tirkiyê helwêstekî ciddî û bihêz nîşan bidin û wan êrîşan bidin rawestandin.

Di derbarê civînên Astana û redkirina rêveberiyeke xweser li Sûriyê, Seroka Encûmena Cîbicîkar a MSDê got, “aliyên ku li Astanayê dicivin, nûneratiya gelê Sûriyê nakin.”

Îlham Ehmed herwiha got, mijara qebûlkirin û qebûlnekirina “xweseriya demokratîk” mijarek e ku gelê Sûriyê bi xwe dikar biryarê li ser bide

Bi gotina Îlham Ehmed, sîstema Rêveberiya Xweser, “mijareke guftûgo û danûstandinê ye” û diyar kir: “Xelkê herêmê ev sîstem ji bo xwe hilbijartiye û dixwazin li gel aliyên fermî yên Sûrî bêtir bikaribin vê yekê bidin qebûlkirin. Aliyên ku beşdar in di Astana de, yek ji wan dewleta Tirkiyê ye û helwêsta Tirkiyê zelal e, û yên ku têde beşdar in hêj nekarîne pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin û nikarîbûn krîza Sûriyê bi dawî bikin.”

Li ser pirsa ku şanda opozisyona Sûriyê li Astanayê binpêkirinên mirovî û tawanên şer li Girê Spî û Serê Kaniyê red kir, hûn çi dibêjin, gelo dokyument di destê we de hene, Seroka Encûmena Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku li ser êrîşên ku bo ser Rojava hatine encamdan û heta niha jî berdewam in û têkildarî tawanên hatine encamdan, belge hene û tekez kir: “Xelkê bûne şahidê wan bûyeran hene, yên êş û azar ji ber van êrîşan dîtine hene, her şandek her aliyek dikare derbasî herêmê bibe û bi çavê xw bi guhê xwe bibîne û bibihîse ka çi li wê deverê qewimî ye. Ji ber vê înkarkirina wê ne tiştek e ku were qebûlkirin û ne jî tê bawerkirin.”

Di bersiva daxuyaniya serokê şanda hikûmeta Sûriyê li Astana, Beşar Ceiferî de ku gotibû, li Sûriyê pirsa Kurd nîne, Îlham Ehmed ragihand, daxuyaniyên bi vî awayî “kilîdkirina pirsgirêkan e û xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nake.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1008 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:42:03