Îranê 7 Kurd li quntara Qendîlê desteser kirin

Roja pêncşembiya bihorî 12ê Gulanê jî hêzên Îranê li heman sînorî teqe li kesekî kiribûn û ew birîndar kiribûn.
24.05.2022, Sal - 13:41
Îranê 7 Kurd li quntara Qendîlê desteser kirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê nahyeya Sengeser a parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlekariyê yên Îranê 7 welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo “berhevkirina giyayên biharê” çûbûne çiyayên gundê Kaskanê ê li devera Raperînê, desteser kirine.

Êvara duh Yekşembê 15ê Gulana 2022an hejmarek welatiyên Başûrê Kurdistanê li çiyayên gundê Kaskan ê devera Raperînê ji bo berhevkirina giyayên biharê çûne navçeyên sînorî, lê hêzên pasevanên sînor ên Îranê ve gule berdidin wan û hejmarek ji wan hatine desteser kirin.

Rêveberê nahyeya Sengeserê, Nehro Ebdullah derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Êvara duh çend welatî çûne navçeyên çiyayî yên gundê Kaskanê li quntara Qendîlê, lê li wê derê hêzên Îranê gule berdane wan.”

Nehro Ebdullah got, “yek ji wan kesan ji ber ku reviyaye, ketiye erdê û lingê wî ji du cihan ve şikestiye, herwiha hêzên Îranê 7 kes jî desteser kirine.”

Rêveberê nahyeya Sengeser da zanîn ku ji bo azadkirina wan kesan, ligel Konsulxaneya Îranê di nava hewldanan de ne.

Nehro Ebdullah herwiha destnîşan kir, ev ne cara yekem e ku bûyerên bi vî awayî li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çê dibin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:55