Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin û 4 kolber jî birîndar bûn

olberekî xelkê Selasî Bawacanî li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi guleya rasterast a hêzên Îranê hate kuştin û 4 kolberên din jî birîndar bûn.
08.07.2024, Pts - 15:29
Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin û 4 kolber jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafê Mirovan “Hangaw” li Rojhilatê Kurdistanê belav kir,  “Îro danê sibê hêzên çekdar ên Îranê li devera Nawsûdê ya parêzgeha Kirmaşanê gule berdan karwaneke kolberan û di encamê de 5 kolber birîndar bûn.”

Hingawê diyar kir jî, “Yek ji kolberên birîndar ê bi navê Eyûb Mihemedî yê ji Selasî Bawecanî, piştî ku ji bo Nexweşxaneya Qudsê ya bajarê Paweyê hate rakirin, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da.”

Herwiha got, 4 gundiyên din ên birîndar jî ji aliyê tîmên tenduristiyê yên heman nexweşxaneyê ve hatin dermankirin. Lê rewşa wan a tenduristiyê nehat eşkerekirin, ji ber ku her çar birîndar li beşa lênihêrîna hûr de ne.

Hejmarek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a Îranê tên kuştin û birîndarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:57