Komara Kurdistanê 22yê Kanûna Paşîna1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.
Rêveberiya Komara Kurdistanê ji 13 wezareta pêk dihat. Pêşawa Qazî Mihemed Serokkomar û Mela Mistefa Barzanî jî Sererkanê Artêşa Komara Kurdistanê bû.
Kabîneya Komara Kurdistanê
Serokwezîrê Komara Kurdistanê Hecî Baba bû û kabîneya wî ji Wezîrê Karên Navxwe Mihemed Emîn Mueynî, Wezîrê Karên Derve Hecî Rehman Îlhanzade, Wezîrê Veguhestinê Îsmaîl Îlhanzade, Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Seyfî Qazî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmedî, Wezîrê Rewşenbîriyê Menaf Kerîmî û Wezîrê Çandiniyê jî Mehmûd Welîzade pêk dihat.
Herwiha komîteyeke taybet jî ji bo karûbarên jinan hebû.
Komara Kurdistanê, bajarên Sine, Şino, Serdeşt û Miyandabê li xwe digirtin û paytexta wê jî Mehabad bû.
Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçirayê bi van 6 madeyan Komara Kurdistanê ragihand:
-Pêkanîna rêveberiyeke otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê
-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û saziyên perwerdeyê de
-Avakirina encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê
-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî
-Hevkariya li gel gelê Azerbaycanê
-Pêkanîneke sîstemeke hiqûqî ku her kesî li xwe bigire
Gotara Qazî Mihemed
Qazî Mihemed di gotara xwe ya ragihandina Komara Kurdistanê de tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd kir.
Komara Kurdistanê li gel "Hikûmeta Niştimanî ya Azerbaycanê" ku Nîsana 1945an bi piştevaniya Yekîtiya Sovyetê hatibû avakirin, pêwendiyên baş pêk anîn û roja 3yê Gulana 1946an jî di navbera hikûmetên Kurdistan û Azerbaycanê de peymanek hat îmzekirin.
Li gorî wê rêkeftinê, di warên serbazî, aborî, perwerde, civakî, îdarî û warên din de her du hikûmetan hevkariyek pêk anî.
Lê piştî ku artêşa Yekîtiya Sovyetê roja 9ê Gulanê ji Îranê vekişiya, artêşa Îranê êrişî Azerbaycanê kir, hemû rêveberên wê kuştin û berê xwe da Mehabadê.
Dagirkirina Komara Kurdistanê
Li ser vê yekê, Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, ji bilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankariyeke mezin bi serê xelkê de bîne, ragihand, bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.
Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Kanûna Paşîna 1947an Mehabad bi temamî dagir kir.
Pêşawa Qazî Mihemed, piştî nêzikî 3 meh ji zindanîkirinê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê hatin bidarvekirin.
Komar, wekî destpêkeke nû
Komara Kurdistanê di serdema şerê duyem ê cîhanê de pêk hat.
Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilatê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibû.
Komar wekî destpêkeke nû di tevgera Kurd de tê dîtin. Ev jî bûye bingeha guherîna naverok, form û şêwaza tevgerên piştî xwe.
Komara Kurdistanê 11 mehan ji pê ma. Kurd çarenivîsa Komarê wekî qurbaniya berjewendiyên zilhêzan dibînin.
Kar û bandora Komarê ji wê zêdetir e ku ji hikûmetekê dihat hêvîkirin.
Derbasbûna demê; armanc, girîngî û pêgeha Komara Kurdistanê li aliyê Kurdan kevin nekiriye.
Navendeke rewşenbîriyê
Temenê Komara Kurdistanê kurt bû lê di wê heyama kurt de bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî.
Alaya Kurdistanê li ser avahiya parlamentoyê hat bilindkirin, "Ey Reqîb" wekî sirûda neteweyî hat pesendkirin, Kurdî wekî zimanê fermî hat ragihandin û artêş hat pêkanîn.
Di wê heyama kurt de li Komara Kurdistanê, ji bilî zelalkirina destûreke bingehîn, gelek rojname û kovar hatin derxistin.
Komîteya Jinan hat avakirin û jin di kar û xebatan de roleke aktîv lîstin.