Komele, Îranê bi tundî şermezar kir

Partiya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) topbarana deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve şermezar kir û ragihand, bila Îran bizane ne em dest ji xebata xwe berdidin ne jî gelê Başûr dest ji xebata xwe ya serxwebûnê berdide.
03.07.2017, Pts - 09:25
Komele, Îranê bi tundî şermezar kir
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê pasdarên Îranê, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, gund û bintara çiyayê Helgord dan ber topan.

Partiya Komele li ser topbarana Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re jî hatiye şandin, hatiye gotin ku Komele bi tundî wê êrişê şermezar dike û ti hêcetekî bo topbarana xaka Kurdistanê qebûl nake.

Komeleyê daye zanîn ku Îranê bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî êrişî xak û xelkê Kurdistanê dike û ragihandiye, ti pêşmergeyek li ber wê topbaranê neketiye tenê jineka koçber birîndar bûye ew jî niha li nexweşxanê tê dermankirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya Komeleyê hatiye gotin ku Îran di demekî de xaka Başûr dide ber topan ku gelê Başûrê Kurdistanê xwe bo referandoma serxwebûnê amade dikin. Lê bila Îran bizane ku ne em dest ji xebata xwe li Rojhilatê Kurdistanê berdidin ne jî gelê Başûrê Kurdistanê dest ji xebata serxwebûnê berdidin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1901 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:47